Şîranî

Mart 19, 2018

JI BO BÊXEWÎ Û WESTANÊ ÇEND PÊŞNIYAZ

Duşem e. Em hatin kar dîsa, bi xwe ez qet dawiya hefteyê xwe bêhnvedayî hîs nakim û bi min rojek tenê ji bo betlaneyê bi kêrî tiştekî naye. Xweziya min bi dilê wan mirovên ku 2 rojan betlaneya wan heye.

Cihê ez lê dişixulim cihê xwarinê ye, loma ez dikarim her roj taştêyeke bêkêmanî bixwim û bê taştê nikarim dest bi rojê bikim. Lê gava ez li derdora xwe dinêrim, xwendekar, karker, însanên ku hewce ye serê sibê ji malê derkevin, piranî bê taştê ji mal dertên û taştêya wan jî an poxaçayek an jî simîtek e.

Hevalek min wê rojê pirsî got “Yaw di nava rojê de ez xwe timî betilî hîs dikim û xewa min jî ne bi rêk û pêk e .Bi te ez çi bixwim?” gelek kes vê ji min dipirsin. Wextê guherîna demsalê ye, bawer im hûn jî ji di dilê xwe de dibêjin “ez jî bersiva vê meraq dikim.”

Helbet tekiliya van tiştan û xwarinê bi hev re heye. Helbet pisporê vî karî jî diyetîsyen in; le gor agahiyên xwe ez jî çend tiştan bêjim. Tu çi dixwî, çi vedixwî laşê te jî li gorî wê reaksiyonan dide. Ji tiştên Glîsemik Îndeksa wan zêde ne, yanî ji tiştên ku şekirê te zû bilind dike dûr bikeve. Taştê pir muhîm e hevalno. Taştê bixwin ema ne bi poxaçeyekî an bi tostekî. Ev giş hevîr û rûn in. Tu yê bêjî ka kevanî taştiyê bide min, kî dikare bi tiştên werê re mijul bibe? Rast e. Lê bêjim; qenebe nanê neqeşartî hinek penêr û bacan têxe nav û bixwe an bixe çenteyê xwe, di rê de, li mektebê an li kar bixwe. An jî êvarê hêkên xwe bikelîne û sibehê bixwe, tev de 5 deqîqe ne.


 Di nivîsa xwe ya berê de jî min behs kiribû .Sebzeyan, hêşinahiyê ji ser sifreya xwe kêm nekin. Xwe pir birçî nehêlîn. Gava we hîs kir hûn birçî ne û hêj pir heye ji şîvê an ji navrojê re, hinek mewîj an hinek çerez bavêjin devê xwe. Merdînî ji vî alî de bi şans û talih in. Ev çand ketiya nav jiyana me.
Sal 2018, ez wek ‘food engineer’ekê bêjim; lêkolinan bikin û wan tiştên ku tije şekir tê de hene ne bixwin ne jî vexwin. Ev ji bo jiyana we ye. Ca min dibêje “ A rehet mirin e, bila meriv nekeve ber dest û lingan” yanî bila meriv mihtacî kesî nebe. Ji bo vê di niha de, di ciwaniya xwe de li xwe miqate bin.

You Might Also Like

0 yorum

SUBSCRIBE

Like us on Facebook